
Balafirên şer yên welatê Îsra`îlê, balafirxaneya “Şe`îrat” a “Homis”ê di welatê Sûriyê de, bombebaran kir.
Roja Sêşemî 12`ê Xakelêwe, balafirên şer yên arteşa Îsra`îlê, balafirxaneya “Şe`îrat” a parêzgeha “Homis”ê, bombebaran kir û zêdetir ji 8 mûşekan lêdan.
Çavdêrê Mafê Mirov li Sûriyê, bas dike ku hevdem digel bombebarana balafirên şer yên Îsra`îlê, sîstema berevanî ya esmanî a Sûriyê jî hewl daye ku pêşî ji wan êrîşan bigire.
Herwisa wê çavkaniyê baskiriye ku balafirên şer yên Îsra`îlê, herêma esmanî a welatê Lubnanî jî hejandine û di esmanê wî welatî de jî firîne.
Pêka hindek ji çavkaniyên nefermî, berpirsê Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, pasdar “Îsmaîl Qa`anî”, di wê bombebaranê de hatiye kuştin, lê heya niha ew nehatiye piştrastkirin û berpirsên rejîma Îranê jî ev nûçeye red kirine.
Welatê Îsraîl ku rastî xurtirîn gef û êrîşên hêzên girêdayê rejîma Îranê hatiye, biryar daye ku bi tundtirîn şêwe binke û bargehên wan hêzan bombebaran bike û hemû hewlên xwe bona jinavbirina wan hêzan dide.
Îsra`îlê di wê dawiyê de sedan car hêzên girêdayî rejîma Îranê di Sûriyê de kiriye armancê xwe û sedan çekdar jî hatine kuştin, Îsra`îlê heya niha hin ji wan êrîşan kişandiye stuyê xwe.