Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên şerker yên “Îsraîl”ê carek dinê deverên nêzî “Demişqê” bombebaram kirin

17:56 - 3 Çirriya paşîn 2021

Televizyona fermî a Sûriyê sipêdeha roja Çarşemî 12ê Xezelwerê li ser gotina berpirsekê leşkerî yê wî welatî belav kiriye ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîş li ser deverên nêzî “Demişqê kirine”.

Wî berpirsê leşkerî gotiye: “Di wê êrîş de xisarên malî li pey hebûne.

Di roja Şemiya derbasbûyî de nûçegihaniya “El-Cezîre”yê belav kiribû ku firokeyên şer ên “Îsraîl”ê deverên nêzî “Demişqê” bombebaran kirine, lê ertêşa “Sûriyê” ragihandibû ku sîstema bergiriya esmanî ya wî welatî çend mûşekên erd bi erd ku li bakûrê Îsraîlê ve hatibûne teqandinê xistine xwarê.

Girûpekê çavedêr yê li ser guherkariyan li “Sûriyê” gotibû ku di êrîşa roja Şemiyê de 5 kes ji hêzên çekdar ên ser bi rejîma Îranê hatine kuştin.

Îsraîl di heyama çend salên derbasbûyî de, bo pêşîgirtin ji cihgîrbûna hêzên ser bi rejîma Îranê di “Sûriyê” de bi sedan êrîşên leşkerî li dijî wan hêzan di axa wî welatî de encam dane.

Di destpêka şerê navxweyê “Sûriy”ê de ji sala 2011an ve, çekdarên ser bi rejîma Îranê ku yek ji wan “Hizbullah”a Lubnanê ye di cihên cuda yên Sûriyê de cihgîr bûne û Îsraîl hebûna wan hêzan wek metirsiyekê bo ser ewlahiya xwe dizane.

Hêzên Esmanî yên Îsraîlê di meha Befranbara sala derbasbûyî de bi belavkirina raporekê ragihandibûn ku di sala 2020 an de nêzî 50 cih kirine armanc û eva bûye sedem ku amadebûna Îranê di Sûriyê de kêm bibe.