Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Tirkiyê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

12:18 - 16 Nîsan 2020

Balafirên şer ên Tirkiyê roja 15 ê Nîsanê careke din devera Zînê ya Wertê bombeberan kirin.

Balafirên Tirkiyê serê sibêzû demjimêr 11:20 an de baregeheke nû ya PKKê li Zînî Wertê bombebaran kirine, herwiha balafiran Çiyayê Helemûn jî li sînorê qezaya Rewandizê jî bombebaran kirine.

Ev cihê ku hatiye bombebarankirin, tenê 200 metreyan ji baregeha Lîwaya 7 a Piyade ya Soranê dûr bûye.

Hate ragihandin ku di encama bombebarana Tirkiyê bo ser devera Zînî Wertê de, 4 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Herwisa hate ragihandin, balafirên şer ên Tirkiyê “herdu bircên Korek Telecom û Asia Cell” bombebaran kirine .

Bi gotina berpirsên Îdariye Rewandizê, “ew bû 3 caran li ser hev ku Tirkiye devera Zînê Wertê bombebaran dike û vê carê navenda baregeha PKKê ku ewe heftiyeke di navbera herdu bircên “Korek Telecom û Asia Cell” de hatiye danîn, bûye armanca êrîşê.”

Hatiye ragihandin ku di encama bombebaranê de ew baregeha PKKê bi temamî wêran bûye û 4 gerîlayên nava wê baregehê jiyana xwe ji dest dane.

Herwisa hevdem Balafirên Tirkiyê Kempa Mexmûrê jî bombebaran kirine ku pêka ragihandinên PKK ê 3 kesan ji rûniştiê kempê jiyana xwe ji dest dane.