Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirgeha navnetewî a Bexdayê kete ber êrîşên rakêtî

17:33 - 23 Kanûna Paşîn 2021

Serê sibeha roja Şemî 4ê Rêbendanê, bi mûşekên “Katyûşa” êrîş kirine ser balafirgeha navnetewî a bajarê Bexdayê, ew êrîş ji aliyê sîstima bergiriya esmaniya Amerîkayê li binkeya leşkerî a binavê “Vîktorî” li nêzî wê balafirgehê hate têkşikandin.

Piştî hatina ser kare “Co baydên” eva yekemîn êrîşa mûşekîye bo ser balafirgeha “Bexda”yê.

Di wê erîşê de, yek ji wan mûşekan di taxa “Cîhad” li nêzî balafirgeha Bexdayê kevte xwarê.

Piştî wê êrîşê, hêzên ewlehî bi merema peyda kirina sekûya havêtina wan mûşekan çalakiyên zêde yên ewlehiyê di deverê de destpêkirine.

Di destpêka meha “January” sala 2020an piştî kuştina “Qasim Silêmanî” Fermandê taya Qudis a Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, êrîşên rakêtî bo ser hêzên Amerîka û balyozxaneya wî welatê di Îraqê de bi awayekî berçav zêdebûye.