Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirvanekî Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê di Îraqê de hat kuştin

15:43 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Balafirvanekî hêza esmanî a Sipaha pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê di şer û pevçûnên Îraqê de hat kuştin.

Li gor nûçeyên hundirîn ên ser bi rejîma Îranê bilavkirin, “Elemdarî Murcanî” balafirvanê rejîma Îranê ku ji aliyê vê rejîmê ve bo Îraqê hatibû rêkirin, di şer û aloziyên wan dawiyane de hat kuştin.

Nûçegihanên hundirîn ên rejîm di demekê de ku nûça definandina termê ew balafirvane yê ser bi Sipaha Pasdaran ku xelkê gundê Xane Xumîs a ser bi devera Şîrazê ye, bilav kiriye ku berpirsên rejîm ji rêkirin û beşdarî kirina hêzên xwe bo Îraqê û welatên cîran ret dikin.

Heftiya derbasbûyî, nûçegihanên navdewletî, nûça rêkirina falafirên şer ên “Soxoyî 25” ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê bo Îraqê bilav kiribûn.

Li gor raportên wan nûçegihanane, balafivanên wan balafirane di situyê 10 endamên Sipaha Pasdaran û 4 balafirvanên Îraqê de bûye.

Şêwirmendê serkomarê Îraqê bo karûbarê leşkerî di vê pêwendiyê de ragehandiye: Arteşa Îraqê heta sala 1991 herî kêm 17 hezar balafirvan hebûye ku li warî lojîk ve her balafirvanek heta temen 50 salî dikare balafiran bikar bîne û hêza bikaranîna balafirên şer jî hene, ez li ser vê bawerê me ku welatê Îraqê herkêm 400 balafirvan heye ku bikarin balafira şer a Soxoyî konterol bike.