
Bi sedema vê yekê ku balafirxaneya Hewlêrê ti zaniyariyek li ser bar û rêvîngên li balafira Îranê tinebûn, ji vê balafirê re îzin nedan ku li balafirxaneyê rûnê.
Berpirsê balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê “Ehmed Huşyar” di vê derheqê de gotiye: “Biryar bû ku balafirek a hêla esmanî ya Îranê ji Urmiyê bo bajarê Hewlêrê bê, lê bi sedema cibicînebûna qonaxên yasayî yên hatina balafiran, me îzna danînê ji vê balafirê re nedaye”.
herwisa “Ehmed Huşyar” gotiye: “Vê balafirê îzna danîn li vê balafirxaneyê de tunebû û me 4 rojan berî vê firînê, daxwaz ji kompaniya hêla esmanî a “ATA” a Îranê kiribû ku zaniyariyên tevaw li derheq, balafir, rêvîng û barê vê balafirê bi me re bidin, lê ti zaniyariyek bi me re nehat dan, lewma me îzna danîn li balafirxaneya Hewlêrê bi vê balafirê re neda”.
Balafira rejîmê ku dixwest bi bê îzin li balafirxaneya navneteweyî a Hewlêrê danê, piştî 2 demjimêran firîn li esmanê Hewlêrê neçar ma di balafirxaneya Bexdayê de rûnê.
Rejîma Îranê bi balafirên rêvînghilgir re, çek û teqemeniyan bo Hizbullaha Lubnan û girûpên girêdayî xwe vediguhaze, lewma kontrolkirina balafirên Îranê hewcehiyek hestiyar a ewlehî ye.