Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirxaneya Hewlêrê rastî êrîşekê hat

12:01 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2021

Balafirxaneya navnetyewî ya bajarê Hewlêrê rastî êrîşa balafireke bê firokevan hat ku bombrêjkirî bûye û wê êrîşa terorîstî xisarên malî hebûne lê ti xisareke canî tinebûye.

Roja Sêşemî 6ê Tîrmehê, di demjimêrên şevê de bi rêya balafireke bêfirokevan ku bombrêjkirî bûye, êrîşî li ser balafirxaneya navdewletî ya bajarê Hewlêrê hate kirin û pêka ragihandinên Herêma Kurdistanê ti xisareke canî tinebûye û xisareke kêm a madî hebûye.

Pêka gotina ragihandinên Herêma Kurdistanê, ew êrîşa balafira bê firokevan li nêzî binkeyeke leşkerî ku hêzên hevpeymanan têde dimînin hatiye kirin û dezgehên ewlehiya Herêma Kurdistanê heta niha ti daxuyaniyek li derheq bikerê wê êrîşê belav nekirine.

Balafirxaneya Hewlêrê vekiriye û veguhastinên esmanî di wê balafirxaneyê  de berdewam in.

Berê serokê girûpa terorîstiya “Seydulşûheda”ku girûpeke girêdayê rejîma Îranê ye, ji aliyê Amerêkayê ve li ser sînor hatibû kuştin û milsên wê girûpê gef li Amerêkayê xwaribûn ku di her cihekî bikarin dê êrîşî li ser hêzên Amerêkayê bikin û renge ew êrîş karê wan milîsan be.

Rejîma Îranê heya niha hêj ti leşkerekî Amerîkayî nekuştiye û ew nîşandeka tirsa rejîma Îranê ji tolhildana Amerîkayê ye ku berpirsên Amerîkayê di wê derheqê de huşdariyên micid dane Îranê.