
Piştî gefa “Mike Pompeo” derheq daxistina Balyozxaneya Amerîka di Îraqê de, Balyozê wî welatî Bexda bi cih hêla.
Pêka nûçeyên belavbûyî, di encama berdewamiya êrîşên mûşekî li ser balyozxaneya Amerîkayê û binkeyên welatên din de, Balyozê Amerîka Bexda bi cih hêla.
Berê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, bi berpirsên Îraqê re ragihandibû, ku hekî Îraq parêzgarî ji canê Balyozên welatan neke, dê Balyozxaneya xwe di Bexdayê de dabixin.
Eva di demekê de ye ku çend girûpên çekdar yên Îraqê gef ji hêzên Amerîka xwarine.
Berpirsê Ewlehî yê “Ketayîba Hizbullah”, di bersiva Wezîrê Derve yê Amerîkayê de gotibû: “Em dê leşkerên Amerîka di Îraqê de bikujin” û herwisa yek ji karbidestên “Heşda Şeibî” jî gotibû, ku em çavnihêrê helwesta fermî ya hemû hêzan in li derheq hebûna Balyozxaneya Amerîka di Îraqê de.
Ji aliyekî din ve, nûçeyên hatinî belavkirin dane xuya, ku 15 welatên din jî dixwazin Balyozxaneyên xwe di Îraqê de dabixin.