
Kurdistanmedia: Balyozê Birîtaniyayê, li welatê Îranê, di bajarê Tehranê de, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate desteserkirin û piştî 3 demjimêran hate berdan.
Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Şemî, 21`ê Befranbarê, Balyozê Birîtaniyayê, “(Robert Macaire) Rabêrt mekêyr”, di bajarê Tehranê de, li ber derê zanistsgeha “Emîr Kebir” a Tehranê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, hate desteserkirinê û bi heyma 3 demjimêran hatibû binçavkirin.
Hevdem li ber derê zanistgeha Emîr Kebir, kombûnek li ser rêzgirtin ji qurbaniyên balafira Ukraynê ku ji aliyê rejîmê ve bi mûşekekî xistibûne xwarê lidar xistin, û pêka ragihandinên girêdayê rejîmê, ev Balyozê Birîtaniyayê, bi “tohmeta handan û rêxistina xwenîşanderan” hatibû desteserkirin.
Di vê derheq de, Berdevka Wezareta Derve a Amerîka, Morgan Ortagus, di ser rûpela xwe a Twitterê nivîsî: “Rejîma Îranê, Balyozê Birîtaniya di Îranê de desteser kir, ew binpêkirina Konvansiyona Viyenê ye, ku wê rejîmê berê jî kiryarên wiha ên binpêkirine encamp dabûn û hebûne. Em ji rejîma Îranê dixwazin ku bi fermî li derheq binpêkirina mafê Balyozê Birîtaniyayê, daxwaza lêbûrînê ji Birîtaniyayê bike û rêz ji hemû mafên dîplomatan bigire.
Herwisa Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê, (Dominic Raab) “Domînîk Rab”, di daxuyaniyekê de, desteserkirina 3 demjimêrî a Balyozê Birîtaniyayê di bajarê Tehranê de, karekî “bê sebeb û bê hêcet” daye zanîn û ew bi “binpêkirina eşkere” ya yasayên navnetwî daye zanîn.