
Kurdistanmedia: Balyozê Birîtanyayê li Îraqê li preeskonferansekê de, êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê wekî metirsiyekê li ser aramiya herêmê zanî.
Balyozê Birîtanyayê li Îraqê “Can Vilêks” ragehand: Ew êrîş di demekê de hate kirin, ku hêzên opozisyona Kurd li Koyê de di civînê de bûn, û armanca rejîma Îranê ji vê rîşê kuştina xelkê bû, ku bi tu awayî nahê qebûlkirin.
Navbirî ragehandiye: Herçend her welatekî mafê parastina xwe heye, lê ew kiryara rejîma Îranê bergirîkirin nebûye, belku êrîşa eşkere ye li ser welatekî din, û îşare bi vê jî kiriye ku rejîma Îranê rêz ji serweriya Îraqê negirtiye, û em gihîştine vê encamê, ku ew êrîş gellek metirsîdar in, û rewşa navçeyê nearam dike.
Piştî vê êrîşa terorîstî ya rejîma Îranê li ser binkeyên PDKÎ, welat û kesayetiyên cîhanî helwest girtin, û hişdarî dane rejîmê, ku dev ji wan kiryarên xwe hilgire, ji aliyekî din ve jî xelkê Rojhilat bi gireva giştî, ew kiryar mehkum kirin, û nîgeraniya xwe ji kuştina xelkê Rojhilat eşkere kirin.