Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozê Îranê li Bexdayê û çend navendên din yên rejîma Îranê kevtne ber tehrîmê

11:53 - 23 Çirriya pêşîn 2020

Wezareta Xezanedariya Amerîka, balyozê rejîma Îranê li Bexdayê xiste nava listê tehrîmê, û herwisa çendîn navendên girêdayê rejîma Îranê bi sedema hewldan bi armanca tedaxul li hilbijartinên Amerîkayê de tehrîm kirin.

Roja Înê, 23ê Çirriya Pêşîn, Wezîrê Xezanedariya Amerîka, “Steven Mnuchin” di daxuyaniyekê de ragihand ku balyozê rejîma Îranê li Bexdayê, “Îrec Mescidî” ku yek ji endamên Spaha Quds e, xistiye nava liştê dorpêçan û ragihand: “Rejîma Îranê bi danîna berpirsên Spaha Quds a Spaha Pasdaran a terorîst, wek balyoz di deverê de û bi armanca pêşxistina pîlanên tevdaniyê li derveyî Îranê, ewlehî û deshilata Îraqê rastî gefan kiriye.

Herwisa 3 damezraveyên ragihandinî yên rejîma Îranê yên bi navên  “Şirketê Beyan ê Resanê Goster, Îtihadiyê Bêynulmilelî Resanêhayê Mecazî û Îtihadiyê Radyo û televîzyonhayê Îslamî”  bi sedema hewldan bona bandor li ser hilbijartinên Serkomariya Amerîkayê xistine nava listê dorpêçan.

Herwisa serokê dezgeha Ewlehiya netewî a Amerîka, “John Ratcliffe” ragihand ku pêka hindek ji zaniyariyan Rûsiye û rejîma Îranê, hewl dane ku bandorê li ser raya giştî ya xelkê Amerîkayê danên.

Rejîma Îranê di dîroka xwede bi caran ji balyoz û balyozxaneyên xwe wekî veşargeh û emrazên teror û afirandina fitneyan mifah vergirtiye, wekî mînak teror û şehîdkirina  “Dr. Qasimlo” û herwisa Dr. “Sadiq Şerefkendî” bi rêya balyoz û balyozxaneyan ve bûne.