
Dadsitanê Leşkerî yê welatê “Yemen”ê, balyozê rejîma Îranê li Yemenê bi sedema hatina neyasayî bo nav axa Yemenê bi armanca hevkarîkirin digel kodetaçiyên Hûsî şikayet kir.
Roja Çarşemî 11ê Çirriya Paşîn, Dadsitanê Leşkerî yê Yemenê li “Meirib”, “Eqîl Taceddîn” bi amadebûna Dadsitanê Giştî yê Leşkeriya Yemenê, “General Ebdullah El-Hazirî” hate birêvebirinê û dosyeya balyozê Îranê radestî dadgehê kirin.
Pasdar “Hesen Îrlû” ku fermandeykî Spaha Pasdaran a terorîst e, wekî balyozê rejîma Îranê li Yemenê, bi bezandina sînor, bi armanca sîxurî, kavilkarî û hevkarî digel milîsên Hûsî li cîbicîkirina planên dujminkarane dijî gel û Arteşa Yemenê, hatiye tawanbarkirin û banghêjî dadgehê kirine.
Berdevkê Wezareta Derve yê rejîma Îranê, “Seîd Xetîbzade” li 17ê Çirriya Pêşîn, ragihandibû ku “Hesen Îrlû” fermandeyekî Spaha Pasdaran e ku wekî balyozê Îranê li Yemenê, çûye bajarê “Sen`a”yê.
Dewleta Yemenê, ew kiryara rejîma Îranê wekî “berdewamiya handan û hewl bona rewatîdan bi deshilata Hûsiyan li dagîrkirina beşek li welatê Yemenê ye û herwisa bi yasayînîşandana tedaxul û armancên wêranker yên rejîma Îranê bona bûn bi gef li ser aştî û ewlehiya dever û cîhan”ê daye zanîn.
Rejîma Îranê bi şandina bêberanber ya çekên wekî mûşek û balafirên bêpîlot û dabînkirina malî ya hêzên Hûsî, û herwisa cebilxaneya wan terorîstan, tev hewlên xwe bona serketina Hûsiyan dide.