Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozê Tirkiyê li Amerîkayê: “Bernameya navkiya Îranê li ser me jî gef e”

17:20 - 14 Nîsan 2022

Balyozê Tirkiyê li Amerîkayê “Hesen Murat Mercan” di gotarekê de ku di belavoka “Terkî Skop” a girêdayî Îsraîlê de hatiye belavkirin, huşdarî daye ku bernameya navkiya rejîma Îranê li ser welatên cîhanê û li ser Tirkiyê jî gef e.

Herwisa “Hesen Murat Mercan” daxwaz kiriye ku bo rawestan li hember gefên li deverê, Tirkiye divê hevkariya nêzîk digel Îsraîlê hebe.

Ragihandinên Îsraîlî ji wekî “Waynet”ê belav kiriye ku armanca balyozê Tirkiyê ji gefên deverê, rejîma Îran û girûpên milîs ên girêdayî rejîma Îranê ye.

Di vê derheqê de, li meha Sermaweza sala 1390an a Rojî, balyozê berê yê Tirkiyê li Amerîkayê, “Namik Tan” gotibû: “Eger Amerîka jî digel bernameya navkiya rejîma Tehranê sazanê bike, em sazanê nakin”.