Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozên Hevpeymaniya Kendavê li ser mijiara bernameya navkiya Îranê gotûbêj kirin

11:21 - 13 Kanûna Paşîn 2022

Balyozên Şêwreya Hevpeymaniya Kendavê li derheq bernameya navkiya Îranê digel Nûnerê Taybet yê Amerîkayê, hevdîtin û gotûbêj kirin.

Pêka rapora nûçegihaniya “El-Erebiye” roja Çarşemî 12ê Kanûna Paşîn, balyozên Şêwreya Hevpeymaniya Kendavê digel Nûnerê Taybet yê “Amerîka” bo kar û barên Îranê “Robert Malley” li “Viyen”ê hevdîtin kirin û li ser bernameya navkiya Îranê gotûbêj kirin û di vê hevdîtinê de “Robert Malley” nîgraniya xwe derheq ewlehiya bernameya navkiya Îranê da xuya.

Her di vê derheqê de balyozê “Siûdiy”ê di twittekê de nîgeraniya xwe li derheq “mudaxila û piştevaniya Îranê ji girûpên çekdar yên terorîstî di deverê de” da nîşandan.

Herwisa li derheq pêşveçûna danûstanên “Viyen”ê Berdevkê Wezareta Derve yê “Amerîka”yê “Ned Price” ragihand, ku danûstanên “Viyen”ê bo zindîkirina rêkevtina Bercamê ti pêşketinek nebûye û herwisa li derheq hevkariya “Amerîka”yê digel hevpeymanên xwe bo pêşîgirtin ji detpêragehiştina Îranê bi çeka navikî tekezî kir.