Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozxana Amerîka li Bexdayê, bû armanca çend gulleyên xumparan

10:58 - 27 Kanûna Paşîn 2020

Şeva derbasbûyî Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê kevte ber rehêla rakêt û gulleyên xumparan.

Kenala “CNN”ê ji ziman berpirsekî Amerîkayê daye zanîn, ku di encama êrîşên mûşekan bo ser herêma Kesik li Bexdayê, mûşekek ketîye salona xwarinê ya Balyozxaneya Amerîkayê.

Mediyayên Amerîkayê ji zimanê berpirsên Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihandin, ku Sê mûşekên Katyûşa ketine nava avahiyên Balyozxaneya Amerîka li Bexda, û 5 mûşek jî, ketine derdorên Balyozxanê, berpirs dibêjin hejmarek kes birîndar bûne.

Aliyên Ewlekarîya Îraqê jî ragihandin ku, 3 mûşekên katyûşa û xumpare ketine Herêma Kesik li Bexdayê, lê tu xisarek bi dû de neaniye.

Berpirseke Amerîkayê jî, bi kenala “CNN”ê re gotiye, ziyan hebûn, lê bi sivikî bûn. Ne Wezareta Derve ya Amerîkayê ne jî ya Berevaniyê, ti daxuyanî li ser ziyanên rastîn yên mûşekbarana dawî li herêma Kesik nedan weşandin.

Berdevka Wizareta derve ya Amerîkayê ragihan: Rewşa ewlehî ya Îraqê tevlîheve û girûpên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê bûne gef û dibe em hişyar bin.

Wek tê zanîn li vê dawiyê, car caran milîsên alîgirên Îranê bi katyûşan êrîşê dikine ser herêma Kesik û bingehên leşkerî yên Amerîka li Îraqê.

Her ev bû sedem ku Amerîka Pasdarê terorîst Qasim Silêmanî û cihgirê fermandarê Heşda Şaabî Ebu Mahdî El Muhandis li nêzîk balafirxaneya Bexdayê bike armanca êrîşa xwe ya esmanî û wan bikuje.