Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozxana Amerîka li Bexdayê kevte ber êrîşa Rokêtan

11:30 - 17 Şibat 2020

Roja Yêkşemiyê Çar gulle katyoşa bi Devera Kesik ketin û pêka zaniyariyan armanc xisar gehandina bi Balyozxana Amerîka bûye.

Heya niha tu aliyekê berpirsayetiya wê êrîşê nekêşaye ustê xwe.

Berdevkê Hewalbendiya navnetewî bi serokatiya Amerîka ragihand armaca wê êrîşa mûşekî xisar gihandina bi Balyozxana Amerîka bûye.

Şane ya ragehandina ewlehîya Îraqê ragehand, berê sipêdeya, Yekşemîyê, 16/2/2020 çar Katyoşa bi devera Kesik a Bexdayê ketine.

Li gor ragehandina wê şaneyê, çar Katyoşa arasteya Devera Kesik hatîne kirin, 3 ji wan di nav devera Kesik ketîne xwar û ya çarem jî, bi baregeheka Heşda Şeibî ketîye li cade ya Felestîn, bi sedema wê jî xesara abûrî hebûye.

Hinek ji mêdyayên Îraqî jî belav kirîne, ku ew katyoşa li nêzîk balyozxane ya Emerîkayê ketîne xwar.

Di dema burî de, çend caran gulle Katyoşa arasteya Devera Kesik li Bexda hatîne kirin, nemaze jî piştî pesindkirina biryara derkirina hêzên bîyanî li Îraqê ji aliyê Parlemana Îraqê ve, heya niha ti kes û alîyekê berpirsayetiya wan êrîşan nekêşaye ustê xwe.