
Balyozxana welatên Amerîkayê di devera Kesk ya Bexda ya paytexta Îraqê de, careke dinê rastî êrîşa mûşekî hat.
Şeva derbasbûyî, 15`ê Reşeme a 1398`an, herêma ku balyozxana Amerîkayê têde ye di navça kesk a Bexdayê, kevte ber êrîşa mûşekên 122 mîlî metrî û çendîn mûşek li derdora balyozxanê kevtin.
Heya niha li derheq xisara canî û malî a bi hegera vê êrîşê nehatiye ragihandin.
Balyozxana Amerîka berdewam dibe armanca êrîşa mûşekên milîsên girêdayî rejîma Îranê.
Hêzên Amerîka yên parêzvanê binke û herêma ku balyozxana Amerîkayê têdaye, di halê amadebaşiyê de ne.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti girûp û aliyekê berpirsayetiya wê êrîşê nekêşaye stuyê xwe.