Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozxana rejîma Îranê ji aliyê Efxaniyan ve, hate kevirbarankirin

12:50 - 8 Hezîran 2020

Roja Yêkşemiyê 7 Hezîranê hejmare ji xelkê Efxanistanê bi diruşma mirin bo zaliman, çi di Efxanistanê û çi di Tehranê, ber derê Balyozxana rejîma Îranê di Bajarê Kabola Efxanistanê kombûnekî nerizayetiyê pêk anîn û cinayeta kuştin û şevitandina Efxaniyan ji aliyê hêzên Îranê ve, şermezar kirin.

Wan daxwaz kirin ku nabe Efxanistan xwîna wan Lawên xwe ji bîr bike û divê jêkolînê ji bûyera kuştin û şevitandina Efxaniyan di naşînan de bike.

Efxaniyên nerazî Balyozxana rejîma Îranê dane ber Keviran û daxwaza derkevtina ji Efxanistanê kirin û daxwaz ji Dewleta Efxanistanê jî kirin ku her cure peywendiya xwe di gel Îranê qut bike.

Dewleta Efxanistanê jî ragihand ku mijûlî şopandina bûyera kuştina efxaniyane ji aliyê rejîma Îranê ve û biştî dawî pêhatina encama lêkolînan, dê biryara xwe bide.

Hewceyî bîanînê ye ku Hefteya derbasbûyî hêzên çekdare rejîma Îranê li Yezdê, Maşîna hilgirên Efxaniyan dane ber Gullan û 16 kes hatne kuştin û birîndar kirin ku parek ji Kuştî û birîndaran di nava Agirê Maşînê de bi temamî şevitin.

Herwisa 3 mehan berî niha jî hêzên sersinûre rejîma Îranê nêzîkî 50 penaberên Efxanî kuştin û cinazê van havêtne nava çemê avê.