Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozxaneya Amerîka bû armanca şeş katyûşayan

11:47 - 6 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Devera kesk a Bexdayê ku cihê balyozxaneya Amerîkayê ye, restî êrîşa 6 katyûşayan hat ku, armanca wan Katyûşayan balyozxaenya Amerîkayê bûye.

Pêka nûçeyên belavbûyî, balyozxaneya Amerîkayê di devera kesk a bajarê Bexdayê de, rastî êrîşa 6 katyûşayan hat ku, di encamê de, 2 ji wan katyûşayan, bi devera kesk ketine û 3 ji wan jî, li devera Cadiriyê ketine û 1 jî, li nav mala kesekî ketiye ku 3 kes ji wê malbatê, hatine birîndarkirin.

Herwisa hatiye gotin ku, bi sedema sîstema bergirî a mûşekî di balyozxaneya Amerîkayê de, armanca wan mûşekan, hatine guhertin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, balafirên şer yên Îraq û Amerîkayê di esmanê deverê de digerin û hêzekî zaf û giran, di deverê de, hatiye cihgîrkirin.

Amerîka, berî niha ragihand ku, şer li dijî terorê sekinanidiye û piştî wê hindê, li hindek ji dever û sînorê Romadî û Kerkûkê, hereketên DAÎŞê hatine dîtin.