
Êvara roja Yekşemî 30`ê Sermawezê, balyozxaneya Amerîka li devera Kesik a Bexdayê bû bi armanca mûşekan û raportên despêkî derxistine ku wê êrîşê ti ziyanek bi du xwe ve neaniye.
Ew êrîşe hevdem digel civîna "Mistefa Kazimî " Serokwezîrê Îraqê li navça kesk a Bexdayê bû ku sîstema bergiriya esmanî ya Amerîkayê pêşî ji mûşekên wê êrîşê girtiye.
Berê jî çekdarên “Qasim El- Cebarîn” ku yek ji girûpên çekdar a Îraqî a ser bi rejîma Îranê ye û wê girûpê bi belavkirna daxuyaniyekê, êrîş bo ser karwanek nizamî ya Amerîkayê li parêzgeha “Zîqar” kişandibû stuyê xwe.