Balyozxaneya rejîma Îslamiya Îranê li bajarê “Kiyêf”ê li derheq daxwazên xwendkarên Îranî yên ku di bajarê “Kiyef”ê de ne xemsar e û ti hewlek bo derkevtina wan xwendekaran li bajarê “Kiyef”ê nedaye.
Pêka girte vidiyoyek belavbûyî di ragihandinan de, balyozxaneya rejîma Îranê bi tenê derfet bo hejmarek kêm ji xwendkarên Îranî yên li zanîngehên bajarê “Kiyef”ê li welatê Ukraynê dabîn kiriye û hejmarek zêde ji xwendekarên Îranî li bajarê “Kiyêf”ê piştguh avêtine.
Şerê di navbera “Rûsiye” û “Ukrayn”ê de bûye sedem ku xwendekarên Îranî di wî welatî de rastî pirsgirêkan bibin û tevî hebûna gef li ser canê wan, nekarîne xwe ji wê rewşa şer rizgar bikin; Herwisa xwendkarên Îranî yên di wî welatî gotine ku balyozxaneya Îranê tevî ku ti rêkarêk bo derkevtina wan ji bajarê “Kiyef”ê diyarî nekiriye, bersiva telefonên wan jî nade.
Di welatê Ukranê de hejmarek zêde ji xwendkarên Kurd hene ku bi armanca domandina xwendina bilind di wî welatî de ne.
Rejîma Îslamiya Îranê ti girîngiyek bi canê xwendekaran Îranî di welatê “Ukrayn”ê de nedaye.