Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bandeke Îranî ya belavkirina Tiryakê li welatê Otrîşê hate eşkerekirin

12:16 - 23 Hezîran 2021

Polîsê bajarê “Viyen” li welatê “Otrîş”ê ragihandiye, ku bandeke Îranî ya belavkirina mada hişber a Tiryakê li wî bajarî de peyda kiriye .

Pêka gotina Polîsê bajarê Viyenê, wê banda Îranî ya firotin û belavkirina madên hişber, pîtzafroşiyek li bajarê Viyenê wekî navenda firotin û belavkirina Tiryakê bikar aniye û beşek ji wan madên hişber li kartonên pîtzayan de cih kirine û bi vî awayî di nav xelkê de belav kirine.

Polîsê Viyenê 6 meh berî niha belgeyek ji hebûna wê banda Îranî bi dest anîbû û piştre ew banda madên hişber bi tevahî hate eşkerekirin.

Polîsê Viyenê ragihandiye, 6 kesên wê banda Îranî temenê wan di navbera 28 heta 44 salan e de bûye û hatine binçavkirin.

Pêka gotina Polîsê Viyenê wê banda Îranî, Tiryak ji Tirkiyê ve, bi rêya kamiyonan bo Otrîşê vediguhastine û li wir jî difrotin an bo welatê Almaniyayê dişandin.