
Kurdistanmedia: Di bajarê “Mînab” a girêdayê parêzgeha “Hurmozgan”ê de, banê dibistanekê, bi ser ser dersxwanan de, hilûşiya û heya niha, ti zaniyariyek di derheq xisara canî ya wê dibistanê de ji ber dest nîne.
Rejîma Îslamî ya Îranê, bûdceyekî zêde bo çêkirina mûşekan û gurûpên girêdayê xwe terxan dike, lê dersxwan û xwêndevan di dijwartirîn rewşê de waneyan dixwînin.
Nestandardbûna dibistanên Îranê û guhpênedana berpirsên rejîmê, bi rewşa dibistanan, bi berdewamî canê zarokan ji wan dibistanan de tê standin, ti kes an navendek jî, ser wê mijarê xwe berpirsiyar nizane.
Rejîma Îranê basa wê hindê dike ku bûdceyekî wiha bo çêkirina dibistanên nû terxan nekiriye û kêmbûna bûdceyê li ser asta hemû Îranê heye.
Pareke zaf ji dersxwanan, di Kurdistan û Îranê de, di kanêksan de waneyan dixwînin.
Ji aliyekî din ve, xelk bi xwe û bi awayekî xwebexiş dibistanan nû dikin.