Kurdistanmedia: Çalakiyên banghêjî bi hilkefta roja Pêşmergên Kurdistanê û bilindnirxandina wê rojê, di bajarên Rojhilata Kurdistanê de berdewam e.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirê PDKÎ di bajarê Banê de, bereberê nêzîkbûna 26`ê Sermawezê, “Roja Pêşmergê Kurdistanê”, bi encamdana çalakiyên banghêjî, ew roje bilind û pîroz nirxandin.
Xebatkarên Demokrat di wê çalakiyê de ku li 18`ê Sermawezê bi rê ve çû, bi nivîsandina silogana “26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê pîroz be”, ew roje bilind nirxandin.
Xakîpoşên Demokrat di bajarê Banê de, bi rêya encamdana wê çalakiyê, emegnasiyên xwe bi hêzên pêşmerge û milê bihêza gel nîşandan.