Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banka “Elmosteqbel” 7 milyard dolar perê reş şuştiye

11:28 - 7 Çirriya paşîn 2020

Banka navendî û çend bankên din yên rejîma Îranê bi rêya banka “Elmosteqbel” a Behrênê re bi qasî 7 milyard dolar perê reş şuştiye û banka navendî ya Îranê û û çendîn berpirsên banka “Elmosteqbel” ji aliyê dewleta Behrên ve hatine cezadan.

Dadstanê “Cezayên Malî û Pereşuştin” yê Behrênê, “Nayîf Yûsif”, daye zanîn ku çevdêrî li ser çalakiyên bankî li Behrênê dide xuya ku banka navendî û çend bankên din yên rejîma Îranê bi rêya banka “Elmosteqbel” ku li Behrênê ye, li salên 2004 heta 2015an nêzî 7 milyard dolar perê reş şuştine.

Banka Elmosteqbel ku bi awayê hevpar ji aliyê Îran û Behrênê ve hatibû avakirin, pêka dewleta Behrênê bankeke Îranî ye.

“Nayîf Yûsif” ragihand: “Dadgeha Bilind a Cezadanê, bankên Îranê yên wekî banka navendî û çend berpirsên banka “Elmosteqbel” ku bi şuştina pere tawanbar in, nêzî 130 milyon dolar hatine cezadan û 173 milyon dolar jî zewt kiriye.

Herwisa  “Nayîf Yûsif” derheq banka “Elmosteqbel” daye zanîn ku heta niha bi qasî 785 milyon dolar bankên Îranî û kesên girêdayê wan bi pereşuştinan hatine cezadan.

Berpirsên Behrênê ragihandine ku banka “Elmosteqbel” bi perdepoşkirin, sextekarî li belgeyan û ranegihandina zaniyariyê derheq veguhastina pere bi rêyên neyasayî û mifah ji îmkanatên “SWIFT” an ku “koma cîhanî ya pêwendiyên malî di navbera bankan de” ji sala 2004 heta 2015an zêdetir ji 4 hezar û 500  çalakiyên bankî hebûne.