
Kurdistanmedia: Roja derbasbûyî banka Millî ya Îranê ragehand ku, niha şûnda karmend û wezîfedarên îdareyên li Kurdistanê dikarin bi kincên xwe yên kurdî biçin ser karê dewletê, û kincên Kurdî nefermî nînin.
Rêjîma Îran, bi awayekî berdevam svikatî bi kinc, çand û zimanê neteweyên xeyrî Fars kiriye, û ji bilî çand, ziman û kincên farsan, hemî neteweyên din yên li Îranê weke, Kurd, Ereb, Beluç, Turkemen, Azerî , di wan waran de rastî sivkatiyên sîstematîk yên rejîm û neteweya deshilatdar hatine.
Herçend ew daxuyaniya Banka Millî ya Îranê, biryareke fermî ya hikumetê nebûye, lê, armanc li vê daxuyaniyê tişteke wisa li asta herî xarê ya desthilatê de, ev ye ku, heya niha kincên Kurdî qedexe û nefermî bûne.
Herwisa ji aliyekî din ve jî, armanca serekî dikare xapandina xelkê be, li ber wê ku rêjîm niha li hemî demên derbasbuyî zêdetir di bin givaşan de ye, û dibe jî wisa hesab bike ku bi kiryarên wiha, dikare parek ji xelkê bixapîne, û ewa jî di demekê de ye ku, niha xelk û bi taybet gelê Kurd li hemî deman hişyartire û baş dizane serwerî û nirxa kinc, ziman û çandê tenê bi bidestveanîna mafê neteweyî, bi dest ve tê, û bê guman bi pîlanên bi vî rengî jî nayên xapandin.