
Kurdistanmedia: Husêyn Raxfer aborînas di hevpeyvînekê da tevî nûçegihaniya Kar ya Îranê eşkere kir ku sîstema bankiya Îranê tûşî şikestê bûye, lewra şiyana hindê çinîne bikare ser piyê xwe bisekine.
Husêyn Raxfer ragehand ku di dema niha de sîstema bankiya Îranê ku mayepûç bûye, di halê hazir de, bi piştîvanî û ji kîs û berîka xelkê, heta niha kariye ser piyê xwe rawest, û berxwe bide.
Navbirî herwiha ragehandiye ku bankên Îranê di rewşekê da ninin ku bikarin piştgîriya berhemanînê bikin, çimku bi tewahî girêdayî Banka Navendî û dewletî ne, û piraniya wan bi bê wergirtina wamê ji Banka Navendî nikarin berdewam bin.
Husêyn Raxfer sedema wê mayepûçderketina bankên Îranê, bilindbûna nirxa erz, û diravê bîhanê di hember diravê Îranê hesiband, herwiha rewşa xirabe aborî û bêbaweriya xelkê û berhemhîneran bi sîstema bankiya Îranê sebebê herî berçav a vê şikesta bankan e.
Wî got bêgoman hekî hankî here pêş, dê rewş ji vê yekê jî xirabtir be.