Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bankên rejîmê di Kurdistanê de diziyî dikin

12:50 - 3 Adar 2019

Kurdistanmedia: Bankên rejîma Îranê, di bajarên Kurdistanê de, dest li ser hesabên beşek ji xelkê girtine.

Li gorî rapora gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  hesabên bankî yên parek ji kasbikaran, di bajarên Kurdistanê de, bi taybet yên girêdayî parêzgeha Sine,  ji aliyê bankên rejîmê, di wî bajarî de dest bi ser de girtine.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê,  bas ji vê kiriye ku, ev kiryara  bankên rejîmê bûye sedema heyrîmayî a hevwelatiyan û li heman demê dejî, ku xelkê serdan bankan kirbûn, digel bersivên ne zelal rûbirû dibin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, herwisa bas ji vê jî kiriye ku, di berdewamiya serdana moşteriyan bo bank û pirskirina sedema destbiserde girtina hesabên xwe, berpirsên bankan di destpêkê de, bi dana zanyariyan xwe prastibûn, lê  piştre di encama pêdagîriyên moşteriyan vê derheqê de, ji wan dibêjin ku ji aliyê dadgeha Navendî  wate ya bajarê Sine tê parstin, lê piştî ku serdana banka Navendî a bajarê Sine dikin, bi eşkere ji wan re radigehîhin ku, ji aliyê îdareya îtila`atê ve ev biryara hatiye dan, û ev neçarin cîbicî bikin.

Piraniya hevwelatiyan wisa dizanin ku, hewceye xelk hişyar bin û ji ber vê jî ku pere û serweta van zeft nekin,  perê xwe li bankan de derbixînin.