Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Barîna befrê rewşa xelkê berketiyên erdheja Kutolê dijwartir kiriye

12:07 - 2 Adar 2020

Xelkê zirrarberketiyên erdheja devera kutolê, tevî wê ku hewcehî bi alîkariyan hene, vê carê jî barîna befrê û sir û segemê, jiyana wan dijwartir kiriye.

Xelkê zirarberketiyên devera Kutolê di rewşeke herî xirab de dijîn, rejîma Îranê heya niha alîkariyeke wisa nedaye xelkê wê deverê.

Welatiyên bajrên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê bi awayên cuda alîkarî kom kirin û di hawara xelkê zirarberketî de çûn.

Heya niha gelek deverên Kurdistanê alîkarî dane xelkê zirarberketî yên devera kutolê û bi tenê nehêklane.

Tevî vê ku erdhejê zirar û xisareke mezin gihande xelkê wê deverê, welatiyên zirarberketî hewcehî bi emrazên germkirinê û sedan hevcehiyên dinê hene, çimkî di vê demsala sir û seqemê de û barîna befrê, sir gefeke mezin ji canê wan welatiyan dixwe.