Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Barîna Befreke giran bûye sedema astengiyên mezin bo xelkê

12:32 - 18 Şibat 2020

Di heyamê 48 demjimêrên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê, hinek deweran heta Mêtreke Berfê ketiye û Riyên hatûçunê ketine hev û li ser jiyana rojaneye xelkê astengî çêkirine.

Di gelek deweran hatûçun rawestiyaye, yan gelek dijvare, Riya di navbera Urmiye Mihabad, Mihabad Serdeşt, Pîranşehr bo sinûrê Temirçiyan, Gêrdûka Quçyê û Gêrdûka Qere Tepe , bi hegera kevtina Befra giran û rabûna bagerê , hatûçun gelek dijvare û sedan kes û Maşîn di Riyan de asê mane.

Fermandehiya Polîsê wekirina Riyan li Parêzgeha Urmiyê ragihand ku, Riya di navbera Mihabad û Serdeştê heya agehdariya dahatî girêdayî ye û bila kes xwe li Rê nede.

Li dewera Kotola ser bi Bajarê Xoyê jî Riya çendîn Gundan hatiye girtin.

Riya 50 Gundên herma Kosar ya ser bi Bajarê Selmasê bi tewawî hatiye girtin .

Zêdebarê ku Riya hatûçunê bi hegera barîna berfê hatiye girêdan û rejîm çi cehdekê bo wekirina Riyan nade û xelk hebxwe bi Merikan dest dikne bi wekirina Riyan, bi wî halî jî rewşa Av û Berqê  û gaz û Internêtê jî gelek xirabe, di wan çend Rojan, berdewam berq qut dibe, Gaz fişar çinîne, Ava zaf cihan qut bûye, xetê Intirnêtê jî li zaf cihan yan çinîne, yan gelek lewaze.