
Kurdistanmedia: Di 17 parêzgehên Kurdistan û Îranê de, bi sedema befr û barana zêde hevwelatî rastî astengiyan dibin.
Li gorî raporên Medyayên navxweyî ku belavbûne, bi sedema barîna befr û barana zêde û hatina lehiyî li parêzgehên wekî, Sine, Kirmaşan, Îlam, Urmiye, Hemedan, Mazenderan, Luristan, Gulistan, Qezwîn, Tebrîz, Simnan, Zencan, Xozistan, Çiharmehalê Bextiyarî, Tehran û Erdebîlê , xelk rastî astengiyên wekî qutbûna rê, elekterîk, û nebûna hêlên pêwendîgirtinê û nebûna hewcehiyên jiyanê hatine.
Herwisa bi sedema barîna berf û barana zêde û hatine lehiyî rêyên gellek li parêzgehên Kurdistan û ev ji aliyê navendên hevarhatin û saziyîn dewletî nayîn paqijkirin, û her bi vê sebebê jî, piraniya hevwelatiyan bi sedema nebûna navendên hewarhatin û gîhandina îmkanatên hewce yên havarhatinê, û herwisa nebûna binkeyên navendên hewarhatinê, di bûyerên trafîk û …, hwd cane xwe ji dest didin.
di heyama çend rojên borî de, berpirsên rejîma Îranê ragehandibûn ku, wê 200 hezar avahiyan li Sûriyê çê bikin, û eva di demekê de ye ku, li parêzgeha Kirmaşanê bi sedema erdheja sala borî, xelkên wan deveran bê stargeh û li derve û li ber sirr û seqema zivistanê û di nav xivetên ku pêş ji tu tiştî nagirin dijîn, lê berpirsên rejîmê ew soz û qewlên ku bo nûkirina parêzgeha Kirmaşanê dabûn, heya niha jî cîbicî nekirine.