Barîna baran û teyrok li çendîn dever ji bajarên Selmas û Urmiyê xisareke zêde bi berhemên werzêran daye û herwisa rabûna lehiyê li bajarê Xoyê xisar bi çendîn gundan daye.
Li deverên bajarên Xoy, Selmas û Urmiyê çendên dever rastî barîna teyrokê hatin ku xisareke zêde bi werzêra xelkê ketiye, bi taybet baxçeyên daran rastî xisareke zêde hatine û herwisa barîna baran û teyrok bûne sedema rabûna lehiyan, 13 gund li deverên girêdayê bajarê Xoyê, rastî xisaran hatine.
Pêka raporan, li bajarên “Çaypare, Çaldiran, Poldeşt û Xoy”ê de 13 gund rastî lehiyê hatine.
Hezar hiktar ji zeviyên silk, kedo û guleberoj rastî xisarê hatine.
Hêj amarên serast yên xisarên malî yên wan lehiyan nehatine ragihandin, lê heta niha ti xisareke canî tinîne.
Li deverên “Soma û Biradost û Tirgewer û Mirgewr” ên girêdayê bajarê Urmiyê jî teyrokê xisareke zêde bi berhemên werzêrî û bi taybet daran daye.
Nebûna bernameyeke zanistî û serast bona kontrolkirina lehiyan û xemsariya rejîma Îranê, bûne sedem ku her sal xisarên giran bi werzêran bikeve û îdareya bîme jî perê qerebûkirina wan xisran bi derengî dide ku beranber bi qasa xisara lêketî jî gelek kêmtir e.