Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Barîna teyrok û rabûna lehiyê di bajarê “Şut”ê de xisaryên giran bi werzêriya wan daye

13:22 - 12 Gulan 2020

Barîna teyrok û rabûna lehiyê di bajarê “Şut” a ser bi parêzgeha Urmiyê de, zirar û xisareke berçav bi berhemên wan yên werzêriyê daye ku zêdetir ji 2 milyard û 700 milyon tumen e.

Pêka gotina Cihgirê Fermandarê rejîmê li bajarê “Şut”ê, “Zemanî”, di encama barîna teyrok û rabûna lehiyê di wan çend rojên derbasbûyî de, 800 hiktar ji zeviyên genim û ceh û 40 hiktar ji baxên wî bajarî rastî xiraseke berçav hatine.

Eve di halekê de ye ku, werzêr di heyma wan çend salên derbasbûyî de, rastî krîzên aborî û nebûna bazara firotina berhemên xwe yên werzêriyê û herwisa digel terxan nekirina xizmetkariyê werzêriyê hatine.

Herwisa piraniya werzêran tevî ku bax û rezên xwe bîme jî kirine, xisarên ku bi wan ketine nayêne qerebûkirin.