Bi hegera barîna tunde Teyrokê li parêzgeha Urmiyê û rabûna Lehiyê li zaf cihan, xisarekî zêde bi dû xwe de bicî hêla.
Roja Pêncşemiyê 15ê Tîrmeha 2021an, Di herêmên girêdayî bi parêzgeha Urmiyê Teyrokekî bi xur barî û dem û dest her der Sipî kir û gelek cihan bû sedemê rabûna Lehiyê.
Li gêrdûqa Quçiyê di navbera Urmiye û Selmasê, Teyrok bi qasekî zêde barî û bû sedemê asê bûna sedan Maşînan bo heyamê çend demjimêran.
Bi hegera barîna wê Teyrokê di wê demsalê de, gelek xisar geheşte rez û baxên xelkê û bi taybet Êmîşê Havînê bi temamî jinavbir.
Herwisa rabûna Lehiyê li herêmên bajarê Selmasê, bû sedemê xirabkirin û herifandina dehan Riyên û qutbûna hatin çuyînê.Gorî wan Vîdeo yên ku li ser torên civakî hatine weşandin, Lehiyê çendîn dest derban herifandine, û Maşîn gel xwe birine.
Herwisa kesekî 45 salî xelkê gundê Xurxure ser bi Selmasê, bi sedema lêdana Birûskê canê xwe ji dest da.