Bi hegera barîna baran û teyrokekî zaf li hinek deverên selmasê, Ri ya dehan gundan qut bû û gelek xisar giheşte xwedî hasil û werzîgaran.
Roja Înê 24 ê Tîrmeha 2020 an bi sedema barîna Teyrokê ku bû sebebê rabûna Lehiyê , Ri ya dehan gundên bajarê selmasê qut bûn û Lehiyê Ri û Pire xirab kirin.
Bo mînak Ri ya wan gundan bi temamî xirab bûn û yan bi sedema Lehiyê hatin û çuyîn rawestiya: Ri ya werdan, Hoder, Dêrelî, Miwanciq, sedeqiyan, ku Riya çendîn herêman pêkve girê dide, Ri ya sereke ya selmas Tewrêz ê.
Wê Lehiyê Çendî Pire xirab kirin, herwisa bi wê hegerê ve gelek xisar gehîşte xwedî hasil û bax û werzîgarên Selmasê.
Gorî zaniyariyan di demekê de ku ew hemî Ri yên hatin û çuyînê qut bûn, pire xirab bûn, xisarekî zaf giheşte xwedî rez û baxan, tu Organekî peywendî dare rejîmê hewara xelkê de nehat, heta hinek cihan bona derbas kirin û rê nîşandana bi Maşînan, xelk hebxwe karê polîsê Ri û Ban dikirin, û xelkê bi destê betal û pê Merikan berahîka rêrewa Av a lehiyê digohorîn ku belkî bikarn xisara bi rez û baxan kêm bikin.