Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Baştirîn padaş bo şehîdan berdwamkirina rêbza wan e

17:43 - 21 Gulan 2021

Dezgeha Fermandeyiya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” li daxuyaniyekê de belav kiriye ku li şer û pevçûnekê de di navbera hêza pêşmergê Kurdistanê û hêzên dije gelî yên rejîma terorîstiya Komara Îslamiya Îranê de, 2 pêşmergeyên Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bûn.  

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Dezgeha Fermandeyî ya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”

Li rojên derbasbûyî de, refek ji pêşmergeyên bajar û çiya bi armanca pêwendî digel xelkê deverên “Bokan û Mihabad”ê, serdana devera “Şarwêran” a bajarê Mihabadê dikin.

Demjimêr 1 û nivê sibêdehê li roja Pêncşemî 20ê Gulanê, çekdarên dije gelî yên Komara Îslamiya Îranê li sêrêyan a Burhan li navbera gundên “Berdemêş, Zigdiraw û Qerebilax”ê de boseyê datînin û teqê bi wê refa pêşmergeyan dikin û pêşmerge bona berevanî ji xwe, li hember derdikevin.

Di wê şer û pevçûnê de, li berevaniyeke demkurt de, çend çekdarên rejîmê tên kuştin û birîndarkirin.

Mixabin li encama wê şer û pevçûnê de, pêşmergê çiya “Enwer Nesîrî Çiyane” naskirî bi “Simko Mehmel” û pêşmergê bajar “ Hawrê Sohrab Xedîrîpûr” naskirî bi “Şaxewan” ê xelkê bajarê Mihabadê şehîd bûn.

Têkoşerên din ên Demokrat ji boseyê derbas bûne û cihê şer û pevçûnê bi cih hiştine.

Dezgeha Fermandeyiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê

21ê Gulan a sala 2021