Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Başûrê Çemê Eresê bû armanca 71 mûşekan

17:24 - 22 Çirriya pêşîn 2020

Cihgirê Siyasî-Ewlehî yê Parêzgeha Tewrêîzê ragihandiye, ku di şerê Qerebaxê de 71 rakêt di başûrê çemê Eresê de ketine.

Wî berpirsê rejîmê daye zanîn ku ti zirareke malî û canî tinebûye.

Ji destpêka şerê Qerebaxê, gelemper 69 gulle bi axa Îranê ketine, lê bi tenê li roja Çarşemiyê de 71 rakêt di nav axa Îranê de ketine.

Ew 71 rakêt li tenişt gundê “Xuda Aferîn” di parêzgeha Tewrêzê de ketine.

Li ser wê mijarê, Artêşa rejîma Îranê serdana wî gundî kiriye û bi herdu aliyên şer re hişdarî daye.

Berê belavoka “Foreign policy” belav kiribû ku şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dê rewşeke aloz bo rejîma Îranê biafirîne.

Wê belavokê dabû xuya ku di Îranê de nêzî 20 milyon Azerî ziman hene ku metirsiyeke micid li ser ewlehiya rejîma Îranê ye, rejîma Îranê jî naxwaze di wî şerî de tûşî şikestê bibe, lê destekî lawaz heye.