Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê du şehîdên Kurdistanê koça dawî kir

11:09 - 26 Çirriya pêşîn 2021

Roja Şemî 3`ê Xezelwera 1400`an a Rojî, “Ebdullah Rûyan” naskirî bi “Ebdullah Sor” û bavê du şehîdên Kurdistanê û xelkê gundê “Qelat” ê ser bi devera Nellêna Pîranşehrê bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî kesek nîştimanperwer û naskirî yê devera Nellên bû.

Ew bavê du şehîd ên bi navên “Mihemed Direxşanî” û “Resûl Direxşanî” bû.

Şehîd “Mihemed Direxşan” jidayîkbûyê gundê “Qelat” bû û wî dema ku dît axa Kurdistanê di bin dagîrkeriya rejîma Îranê de ye tevlî refên Hêza Pêşmerge dibe û ew piştî çend sal pêşmergayetî, li rêkevta 13`ê Gelawêja 1364`an a Rojî, di şer û pevçûnekê digel hêzên Spaha Pasdaran a terorîst de tê şehîdkirin û tevlî karwanê şehîdan dibe.

Şehîd “Resûl Direxşanî” kurê din ê xwedêjêrazî “Ebdullah Rûyan” û jidayîkbûyê 1349`ê ye û ew jî tevî givaşên rejîmê li ser xelkê Kurdistanê tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê dibe.

Şehîd “Resûl Direxşanî” piştî vê ku erkê xwe ê pêşmergayetî di nav refên Hizbê de bi rê ve dibir, li rêkevta 10`ê Gelawêja 1368`an a Rojî di şer û pevçûnekê digel Spaha Pasdaran a terorîst de tê şehîdkirin û tevlî karwanê şehîdan dibe.

Xwedêjêrazî hertimî vefadara rêbaza kurên xwe yên şehîd bû hertimî şanazî bi rêbaza wan dikir.

Termê xwedêjêrazî “Ebdullah Rûyan” di nav girseya wî de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.