
Kurdistanmedia: Li bajarê Bokanê, bavê du şehîdên riya rizgariya Kurdistanê, çû ser dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî rêkefta 28`ê Xezelwera 1397`an, (19`ê Çiriya Paşîn), xwedêjêrazî “Rehîm Mihemdepûr” xelkê gundê “Paşbilax” a girêdayî devera Pîrmihemed a ser bi bajarê Bokanê, bi sebeba bi temenbûn û nesaxiyê çû ser dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî, “Rehîm naskirî bi “Taxî” û bavê du şehîdên bi navên “Mehmûd û Ce`ifer Mehmûdpûr” bû, û navbirî kesekî xweşnav û nîştimanperwer bû.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê bi axê hate sipartin.
Şehîd “Mehmûd Mehmûdpûr” li sala 1346`an li gundê Paşbilax ê jidayîk bibû, û li rêkefta 22`ê Reşemeha sala 1371`an, li cihê bi navê “Bolê” bi sebeba bombebarana dijmin şehîd ketibû.
Herwisa şehîd “Ce`ifer Mehmûdpûr” li sala 1355`an, li gundê Paşbilaxê jidayîk bibû, û li rêkefta 5`ê Banemera 1381`an, li bajarê Kerkûk a ser bi herêma Kurdistana Başûr, bi sebeba bûyera terafîkê, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bibû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.