Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê du şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê li devera Mirgewer koça dawiyê kir

18:50 - 27 Hezîran 2022

Roja Şemî rêkevta 4ê Pûşpera 1401an a Rojî, “Mûsa Mihemedzade” kurê “Welî” xelkê gundê “Qayêr” yê girêdayî devera “Mirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê” bi sedema bi temenbûn û nesaxiyê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî bavê du şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê yên bi navên “Cemşîd û Îbrahîm Mihemedzade” bû.

Şehîd “Cemşîd Mihemedzade” li sala 1360an a Rojî li gundê “Qayêr” yê girêdayî devera “Mirgewer” li şerekê nexwastî de şehîd bû û tevlî karwanê şehîdan bû.

Herwisa şehîd “Îbrahîm Mihemedzade” li sala 1361an a Rojî, li gundê “Hekê” li devera “Tirgewer” ya girêdayî bajarê “Urmiyê” di şer û pevçûnekê de li dijî dagîrkerên Kurdistanê şehîd bû û tevlî karwanê şehîdan bû.

Xwedêjêrazî heta dawiya jiyana xwe bi rê û rêbaza kurên xwe yên şehîd emegdar ma.

Termê xwedêjêrazî “Mûsa Mihemedzade” di nav girseya xelkê deverê de, li gundê “Qayêr” yê devera “Mirgewer” bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe bi hevparê xema wan dizane.