
Roja Sêşemî 14 ê Tîrmehê, têkoşerê kevnar yê Partiya Demokrat yê bi navê Hacî “Ehmed Evraz”,di bajarê Nexwedê de koça dawiyê kir.
Hacî “Ehmed”, bavê çiyagerê bi navûdengê Kurd “Mihemed Evraz”e ku kesayetiyekî xweşnav û welatparêz yê bajarê Nexedê bû ku tim wefadarê PDKÎ bû.
Hacî “Ehmed”, di serdema Komara Kurdistanê de “Pêşmergê Kurdistan”ê bûye û piştre 3 salan di Başûrê Kurdistanê de mabû.
Hacî “Ehmed”, di şoreşa salên 46-47an de pişikdarî kiribû û piştre hatibû dûrxistin û 2 salan di girtîgeha “Felek ul Eflak” û 1 sal jî di girtîgeha “Kaşmer”ê de hepsî bû.
“Mihemed Evraz” ê Kurê wî, karîbû ku bi çendîn çiyayên bilind yên binavûdengên cîhanê wekî çiyayên “Everest, Shishapangma, Makalu, Mont Blanc” serbikeve.
Ew çiyagerê têkoşer li sala 1382an, li dema ku di welatê Pakistanê de dixwest bi ser çiyayê “Gaşir brom” de serbikeve, rastî reniyê hat û kete bin reniyê û piştî çend rojan di nexweşxaneyeke Pakistanê de, koça dawiyê kir.
Termê Hacî “Ehmed Evraz” li tenişta tirba Kurê wî (Mihemed Evraz) di etega çiyayê “Sultan Yaqûb” yê bajarê Nexwedê, bi axa pîroza Kurdistanê hate sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat û kesên Hacî “Ehmed Evraz” û xwe şirîkê xema wan dizane.