
Kurdistanmedia: Bavê pêşmergeyeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, koça dawiyî kir.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, “Şokrûlla Lotfî” kurê Ehmed, ji dayikbûyî 1319`an, û bavê pêşmergeyeke PDKÎ li temenê 78 saliyî de, çû ber dilovaniya xwe.
xwedêjêrazî 15 rojan berî niha, rastî qezaya tirafîkê hatibû, û piştî çend rojan li nexweşxana bajarê Sine, roja Înê rêkevta 17`ê Reşemeh(8`ê Adar)`ê bi sedema kûrbûna birînan li nexweşxaneya bi navê “Kevser” ya bajarê Sine, koça dawî kir.
Keçika xwedêjêrazî ya bi navê “Dilniya Lotfî” pêşmergê PDKÎ ye, û erka pîroz ya pêşmergayetiyê di nav rêzên pêşmergeyên Hizbê de birêve dibe.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje malbat û kesûkarên xwedêjêrazî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.