Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê Pêşmergeyekî Hizba Demokrat çû ber dilovaniya xwe

17:33 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Bavê Pêşmergeyekî HDKÎ li bajarê Şinoyê, koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî, 12` Pûşperê, ”Ebdulah Ehmedî” xelkê gereka “Taçînaw” a Bajarê Şinoyê, di temenê 71 salî de, bi sedem nexweşiya Şêrpence, çû ber dilovaniya xwe.

xwedêjêrazî Bavê “Silêman Ehmedî”, Kadrê PDKÎ ye, û di refên Pêşmergayetî de, çeka şeref û berevanîkirin ji ax û welat hilgirtiye.

xwedêjêrazî, kesek dilsoz bû û herdem bi rêbaza kurê xwe yê Pêşmerge şanazî dikir.

Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şerîkê vê xema van dizane.