Kurdistanmedia: Bavê Pêşmergeyekî Hizba Demokrat li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî, 22`ê Pûşperê, “Seyîd Mihemed Nîkcûyan” di temenê 85 saliyê de, li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.
“Seyîd Mihemed Nîkcûyan” sala 1313`an li gundê “Selîm Saxul” a girêdaya devera Mengurayetî a ser bi bajarê Mehabadê jidayîk bûye.
“Seyîd Mihemed Nîkcûyan” bavê “Seyîd Ezîz Nîkcûyan” kadrê Hizb û birayê Şehîd “Seyîd Ebdûlah Nîkcûyan” û mamê Şehîd “Seyîd Cemal û Seyîd Bazîd” û pizmamê Şehîd “Seyîd Şerîf Arteng” bû.
“Seyîd Mihemed Nîkcûyan” li salên 46-47`an digel Şehîd “Murad Şîrêj û Seyîd Felah Nîzamî” peywendiyên teşkîlatî hebûne.
Di serdema komara Îslamî de, bi dehan car ji aliyê Hêzên îtla`at û leşkerî ve bi vê hencetê ku kurê wî Pêşmergê Hizba Demokret e, gazîkirine û eşkence û azar dane, lê heya bo carekê jî teslîmê daxwazkarên rejîmê nebûye û nekarîne daxwazên xwe jî bi serde bisepînin.
“Seyîd Mihemed” paş Şehîdbûna “Seyîd Ebdûlah” ku 5 zarok hebûne, erkê xwedîkirin û mezinkirina wan zaroakn jî li stûyê xwe girtiye û tu carî nehêlaye hisa bi bê babiyê bikin.
Termê navbirî li mezarên ”Eshabe Spî” a bajarê Mehabadê û dinav girseya xelkê deverê bi axê hat sipartin.
Malbata “Seyîd Mihemed” bi şanazî dizanin ku xwedîjêrazî di salroja Şehîdbûna “Dr. Qasimlo” de koça dawiyê kiriye.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sarsaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarê xwedîjêrazî û xwe bi şerîkê xema wan dizane.