Roja Yekşemî 15`ê Cozerdana 1401`an, “Omer Selîmî” xelkê bajarê “Mehabad”ê bavê “Rehman Selîmî” pêşmergê Hêza Pêşmergê Kurdistanê koça dawiyê kir.
“Omer Selîmî” li sala 1346`an jidayîkbûye, xwedêjêrazî kesek hizbdost û nîştimanperwer û cihê baweriya xelkê deverê bûye, û herwisa kesek zehmetkêş û hezkiriyê xelkê bûye.
“Rehman Selîmî” kurê “Omer” yek ji pêşmergên PDKÎ ye û li sala 1397`an şûnda tevlî refên şoreşê bûye û çeka pêşmergayetiyê avêtiye milê xwe .
Xwedêjêrazî heta dawiya jiyana xwe bi rêbaza kurê xwe yê pêşmerge wefadar ma û hêviya wî rizgariya Kurdistan û gelê Kurd bû.
Termê xwedêjêrazî “Omer” li warê wî bi axa pîroza Kurdistanê hat spartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizan e.