Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê pêşmergeyekî PDKÎ çû ber dilovaniya xwe

12:36 - 7 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Bavê pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî 17`ê Xakelêweya 1398`an(6`ê Nîsana 2019`an), “Derwîş Husên Nuwîn” bavê şehîd “Elî Nuwîn”, xelkê gundê “Dize” a girêdayî devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, çû ber dilovaniya xwe.

Şehîd “Elî Nuwîn”, sala 1342`an li bajarê Şinoyê jidayîk bibû, û di nav refên pêşmergeyan de, pileya 4 a kadrî yê hebû, û li rêkefta 4`ê Pûşpera 1360`î, li şer û pevçûnek li hemberî hêzên dagîrkar yên rejîma Îranê, li çiyayê “Sîr”ê tevlî karvanê şehîdên Kurdistanê bû, û di “Mendedolê” bi axê hate spartin.

Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje malbat û kesûkarên xwedêjêrazî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.