
Kurdistanmedia: “Mam Zabit Ehmedzade” bavê pêşmergeyekî PDKÎ li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.
Roja Pêncşemiyê 1`ê Xermanana 1397`an, Mam Zabit Ehmedzade xelkê gundê Axçeqel a ser navçeya Soma ya Urmiyê di temenê 70 saliyê de, bi sedema nexweşiyê çû ber dilovaniya Xwedê.
Mam Zabit bavê pêşmerge û têkoşerê PDKÎ Kek Nusret Ehmedzade bû. Navbirî bi sedema vê ku kurê wî, pêşmergeyê PDKÎ bû, çendîn carî ji aliyê hêzên dijîgelî ên rejîma Îranê ve hatibû îşkencekirin.
Mam Zabit kesekî welatparêz û cihê baweriya xelkê navçê bû, û termê wî di nav girseya xelkê herêmê de bi axê hate spartin.
PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê xema wan dizane.