“Mihemedelî Zem” bavê “Ruhulla Zem” di rêûresma salvegera îdamkirina kurê xwe “Ruhella Zem” de bi destê rejîma Îranê, kincên axundiyê avêtin.
Roja Duşmî 13ê Kanûna Pêşîn, bavê “Ruhella Zem” li ser tirba kurê xwe basa vê yekê kir ku rejîma Îslamiya Îranê mijûlî dosiye saziyê li dijî mine û pîlan hene ku kincên axundiyê li ber min de bînine derê, lê min destpêşxerî kiriye û ez wan kinican ji ber nakim û dawêjim.
Ew kesên ku kincên axundiyê bi wan re tê dan, di dema dijayetî yan encamdana tawanek li dijî rejîmê ji aliyê dadgeha taybet a axundan ku serokatiya wê ji aliyê rêberê rejîma Îranê “Elî Xamneyî” ve tê helbijartin, têne dadgehî kirin.
“Ruhella Zem” ku penaberê welatê Feransê bû, di rezbera sala 1397an di heyama seferekê de bo Îraqê ji aliyê sîxur û terorîstên rejîma Îranê ve hate revandin û li 22ê Sermaweza sala 1399an a Rojî, ji aliyê dezgeha dadweriya giştî ya Înqilaba “Tehran”ê ve cezaya îdamkirinê bi ser sepandibûn.
“Mihemedelî Zem” bavê “Ruhella Zem” ew cezaya dadgeha Înqilabê bi neyasayî dabû zanîn û gotibû ku kurê min di heyama cezadanê de ji destpêkîtirîn mafan bêpar kiribûn.