Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê Şehîd “Rehîm Balixî” koça dawiyê kir

13:23 - 22 Adar 2021

Li 20ê Adarê, “Mistefa Balixî” bavê şehîd “Rehîm Balixî”, xelkê gundê “Hacî Xoş” a girêdayê bajarê Mihabadê, piştî temenek pir ji serweriyê, koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Mistefa Balixî” keseke welatparêz û hogirê PDKÎyê bû û her tim şanazî bi rêbaza kurê xwe yê şehîd dikir.

Şehîd “Rehîm Balixî”, sala 1339a Rojî li gundê “Hacî Xoş”a bajarê Mihabadê, ji dayîk bibû û pişî xebata eşkere a PDKÎ kincê pîroze pêşmergayetiyê li ber kirin û  weke “Serpel” di bû fermandê pelek ji pêşmergên Kurdistan.

Şehîd “Rehîm Balixî” di 20ê Cozerdan a sala 1359an de, li bûyereke tal de li gundê “Hacî Xoş”, tevî karwanê sorxelate şehîdên Kurdistanê bû.

Termê xwedêjêrazî “Mistefa Balixî” di warê wî de, bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat û kesûkarên “Mistefa Balixî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.