Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê Şehîd “Yûsif Ehmed Dûjin” koça dawiyê kir

13:48 - 22 Adar 2021

Li 21ê Adarê, Hecî “Kerîm Ehmed Dûjin” bavê şehîd “Yûsif Ehmed Dûjin” li gundê “Rehîmxan” a bajarê Bokanê, piştî temenek ji serbilindiyê, koça dawiyê kir.

Hecî “Kerîm Ehmed Dujin” keseke welatparêz û hogirê PDKÎyê bû û her tim şanazî bi rêbaza kurê xwe yê şehîd dikir.

Şehîd “Yûsif Ehmed Dûjin” li sala 1341a Rojî, li gundê “Rehîmxan” a girêdayê bajarê Bokanê ji dayîk bibû û bi pileya teşkîlatî ya Pêşmerge, heta dema şehîdbûna xwe, xizmet bi netewa xwe kir.

Şehîd “Yûsif” li 28ê “Banemer” a sala 1361a Rojî, li şer û pevçûnekê de, li gundê “Qerekend”, tevlî karwanê Şehîdan bû.

Termê xwedêjêrazî Hecî “Kerîm” di warê wî de, bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat û kesûkarên Hecî “Kerîm Ehmed Dûjin” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.